Li Franseyê di anketên hilbijartinê de çepgir dertên pêş

Li Franseyê di anketên hilbijartinê de çepgir dertên pêş

Di 16’ê gulanê de li Fransayê pitşî hilbijartinên serokomartiyê Sarkozy çû û Fransayê kete demek rehet. Vê carê di 10 û 17 hezîranê de dçin hilbijartinên herêmî. Di anketên dawî de derket holê ku di tura yekem de çapgir serkeftî ne.

Piştî Françoîs Hollande bû serokomar, vê carê parlamentor nû dibe. Tura yekemîn di 10’ê hezîranê de pêk tê. Di tura yekemîn de Partiya Sosyalîst di pêş de ye. Lê jib o ku piraniyê bidest bixe divê bi partiyên çepre îtîfaqê bike.

Li gorî anketa Ipsos-Logica Business Consulting ya ku ji bo Radîo Franse hatiye kirin di tura yekemîn de ji sedî 34 deng girtiye û di pêş de ye. Partiya Sosyalîst û îtîfaqên wê PRG, MRC û DVG ji sedî 32 dengan digire. Li gel vê hilbijêr ji sedî 7 dengê xwe didin Front de Gauche (Eniya çep) û ji sedî 6 jî didin (EELV) ve. Di vê rewşê de divê Partiya Çep bi Gauche û alîgiran re îtîfaqê çêbike.

Disa li gorî anketê Eniya netewî (Front National) ji sedî 14 dengan digire. MoDem ji sedî 3, partiyên din ji sedî 2 deng girtine.

Li gorî texmînên Ipsos parlamentoya ku 577 kursiyên wê hene çepgir dê di navbera 303 û 357’an de cih bigirin. Rastgir di navbera 220 û 274’an de bigire.