Polîsên Fransayê di demjimêrên sibehê de, di serî de li Parîs û Strasbourgê li dijî “Îslamiyên selefî” operasyonek pêkanî û di dema operasyonê de kesek mir û derdora 10 kesan jî hatin binçavkirin.
Di meha Îlonê de li banliyona Sarcelles ya Parîsê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê êrîşek bombeyî ya li dijî dikandarekî, vê sibehê di serî de li herêma Parîsê li gelek bajaran operasyon pêkanîn. Di êrîşa mijara gotinê de Yahûdiyek sivik birîndar bibû, ev yekê jî di civaka Yahûdiyan re rê li ber bertekan vekiribû.
Di operasyona li Strasbourgê de pevçûn derket. Di gulebaranê de 3 polîs birîndar bûn. Yek ji wan polîsan ji serê xwe û yek jî ji dilê xwe hedef hatin girtin, lê belê ji ber ku yêlekên gulederbaz nakin û kask li ser wan bûn, xwe parastin. Di dema pevçûnê de kesekî 30 salî yê xwestin binçavkirin, mir.
Hate ragihandin ku, li tevahiya Fransayê 10 kes hatin binçavkirin. çapemeniya Fransayê ji çavkaniya polîsan ragihand ku, operasyon li dijî derdora “Selefi”yan pêkaniye.