Li bajarên Frankfûrt û Bielfeldê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Kurdên li bajarên Frankfurt û Bielefeldê yên Almanyayê dijîn, li hev civiyan û di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî de dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.
Duh li Komeleya Çandê ya Kurdan a Frankfûrtê civînek a gel hate lidarxistin. Di civîna ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûn de, banga beşdarbûna ji bo kampanyayê hate kirin û di dema civînê de gelek îmze hatin berhevkirin. Di civînê de biyrar hate dayîn ku di du rojên hefteyê de li bajaraên Franfûrt, Hanau, Offenbach û Russelsheimê stadên îmzeyan bên dayîn.
Di civîna gel a li bajarê Bielfeldê hate lidarxistin de, kampayaya îmzeyan li vî bajarî jî hate destpêkirin. Di civînê de Serokê Meclîsa Gel Tahir Koçer axivî û diyar kir ku dê hemû Kurdên li bajarê Bielfeld û bajarên derdorê bi awayeke xurt piştgirî bidin kampanyayê. Serokê Federasyona Geşedanê ya Tûr Abdîn a gelê Asurî-Suryanî Sabrî Akbaba, Serokê Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya Êzidiyên Bielfedê Halîl Dal, bi navê Têkoşîna Gel a Demokratîk a Filîpînê Pepe Luneta, Mizgefta Şex Seîd û nunerên partiya çepgir beşdar bûn û kampayayayê îmze kirin.