Li eyaleta Enbarê operasyonek li dijî DAIŞ'ê hat destpêkirin

Artêşa Iraqê, ku kêm ma ye operasyona Mûsilê bibe serî, li eyaleta Enbarê li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Odeya Operasyonên Herêma Cezîre ya Artêşa Iraqê ragihand, li eyaleta Enbarê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, operasyon li rojhilatê Bendava Qadisiye û li rojavayê navçeya Eneyê hatiye destpêkirin. Fermandariya operasyonan a Bexdayê jî ragihand, li navçeyên Benî Zeyd û Kasaratê jî piştgirî ji operasyonê re hatiye dayin.

Enbar yek ji mezintirîn eyaletên Iraqê ye. Bajarên Fellûce, Ramadî û Rûtbe yên vê eyaletê, beriya niha ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin. Lê belê beriya operasyona Mûsilê, di nava sala 2016'an de artêşa Iraqê tevî milîsên Heşdî El Şabî yên Şîa li van bajaran dest bi operasyonê kiribû û herêm ji DAIŞ'ê paqij kiribû.

Hat ragihandin, ev operasyona hatiye destpêkirin, ji bo 'hucreyên veşartî' yên çeteyên DAIŞ'ê tê kirin.