Li Ewropayê pîrozbahiyên PKK'ê dewam dikin

Kurdên li Ewropayê dijîn, tevî dostên xwe bi rengekî girseyî 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz dikin.

Kurdên li Ewropayê dijîn, tevî dostên xwe bi rengekî girseyî 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz dikin.

MONTPELLÎER

Salvegera 38. a damezrandina PKK’ê li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêz girtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd Cevat Guneş û rayedarê KCDK-E’yê axivîn. Qisekeran gotin "Sala 39'an wê bibe sala serketinê."

Nûnerên partiyên çêpgir yên Fransayê ( NPA, Borrîs, Ensemble, PCF) jî di pîrozbahiyê de axivîn û ji Yekîtiya Ewropayê xwestin, navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxîne.

Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Zozan, Koma Rojame û Çarnewa derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.

KÎEL

Salvegera  damezrandina PKK'ê li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat amadekirin û li Salona Arcadîa pêk hat. Nûnerê FEDA'yê li vir axivî û destnîşan kir, ku AKP a hov wê bi ti awayî bi ser nekeve. Qisekeran her wiha gotin, "Li dijî hemû zextan pewîste em xwedî li nirxên xwe, baweriyên xwe û  rexistinên xwe derkevin."

Pîştî axaftina Ozan Demhat, Benaw, Saît Dêrik, Sena Dersîm û Koma govendê derketin ser dikê.

CELLE

Salvegera  damezrandina PKK’ê  li Mala Gel a bajarê Celle yê Elmanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku sosyalîsten Elman jî cihê xwe girtin de, bi coş govend hatin gerandin û PKK hat silavkirin. 

EDÎNBÛRGH

Salvegera damezrandina PKK’ê li paytexta Skoçya Edînbûrgê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd de hat çêkirin de bi sedan kes amade bûn.

Di pîrozbahiyê de banga berxwedanê li Kurdistaniyan û hemû gelên bindest hate kirin.

STÛTTGART

Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi sedan kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de siyasedmedarê Kurd Îsmet Kem axivî û got; "Ji bo giştî gelên Rojhilata Navîn ev tekoşînek bûye hêviyek mezin". Pîrozbahî bi bernameya çandê bi dawî bû.