Meşa ku ji aliyê Platforma Jinên Demokratîk ya Eskîşehîrê ji bo protesto kirina daxuyaniyên Erdogan yên qedexekirina kurtajê hatî duristkirin û meşiyan ber avahiya AKP’ê polîsan êrîşî meşê kir. 8 jin binçavkirin.
Platforma Jinên Dmokratîk ya Eskîşehîrê ji ber sedema daxuyaniya Erdogan ya di derbarê kurtaj û sezaryanê de bimeşek ya protestoyî meşiyan ber avahiya AKP’ê, polîsan êrîşî meşê kir.
Jinên ku bi pankarta ‘Kurtaj mafe, Qilaban Komkujiye’ li Adalar Mîgrosê kombûyîn rêya wan li ser Rêya Asarcikli hate qutkirin. Destûr nedan meşa jinan û êrîşî jinan kirin. Jinên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan da, bi darêzên dovîzan bersiv dan. Di çalakiyê de Canan Dogan, Cansu Comert, Elîf Yildirim, Damla Uçak, Tugçe Demîrhîsar û Sena Erten hatin binçavkirin. Her wiha endamê Kollektîfên Xwendekaran Emre Guneş ku temaşeyî çalakiyê dikir jî hate binçavkirin.