Li Erfûrtê komeleya Kurdan hat avakirin

Li Erfûrtê komeleya Kurdan hat avakirin

Li paytexta eyaleta Thüringen a Almanya Erfurtê komeleya Kurdan hate avakirin. Cîgira Serokê Meclîsa Eyaletê Martina Rene û Serokê Meclîsa Biyaniyan a Erfurtê Paca Jose beşdarî merasima avabûnê bûn û bal kişandin ser girîngiya komeleya Kurdan. Di dema merasimê de desteya rêveberiya komeleyê jî hate hilbijartin.

Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanya (YEK-KOM) li bajarê Erfurt a Almanyayê komeleyek nû vekir. Merasima avabûna komeleyê ji aliyê girseyek qelebalix ve pêk hat. Cîgira Serokê Meclîsa Eyaletê Martina Rene û Serokê Meclîsa Biyaniyan a Erfurtê Paca Jose beşdarî merasimê bûn û piştgirî dan komeleya Kurdan.

Parlementera Partiya Çepgir Rene ji ber beşdarbûna merasima komleya Kurdan û diyar kir ku pêwîstiya Erfurtê bi komeleyek wiha heye. Rene got; "Ev komele li vir ji bo daxwazên mafên Kurdan û di hemû aliyên civakî de pêwîstiyek e. Em weke partî di wê baweriyê de ne ku divê hemû komên li vir dijîn, xwedî hemû mafan bin. Di serî de qedexeya li ser PKK’ê, hewl didin ku bidestxistina mafê kurdan asteng bikin

Rene da zanîn ku ew piştgirî didin kampanyaya "Bila nasnameya Kurdan bê nasîn" û got; “Her tim agahiyên ku her tim xwe pê rast didin nîşandan ji raya giştî ya vir re radigihînin, ji ber wê jî bi xêra komeleya we dê raya giştî ya vir, rastiyan hîn bibe. Em li dijî faşîzma li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ne, em aşitiyek daîmî dixwazin. "

'EM DIXWAZIN BI KURDAN RE BIXEBITIN

Serokê Meclîsa Biyaniyan Paca Jose serkeftinê ji komeleya Kurdan a ku nû hate hate avakirin re xwest û got; “Ji ber ku em ê bi hev re bixebitin, em keyfxweş in. Avakirina vê komeleyê ji bo hemû gelê biyanî yên li vir girîng e, ji ber ku em jî li vî welatî xwedî statuya biyanî ne.”

Jose da zanîn ku ew bi xwe ji Angolaya ku nêzî 500 salan di bin mêtîngeriya Portekîzê de ma ye û got; “Pirsgirêkên ku em penaber dijîn, naskirina mafê perwerdehiya zarokê me ne, pîşe û perwerdehiya me li welatê xwe dît, divê li vir bê qebûlkriin. Divê em li vir têbikoşin.”

Li ser navê komîsyona komeleyê Ercan Ayboga û li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) Abdullah Efe axivîn. Piştî axaftinan rêveberiya komeleyê hate hilbijartin. Desteya rêveber a komeleyê ji van kesan pêk tê: Dîlan Bîngol, Ercan Ayboga, Fadîme, Nazli Hasan, Bîrsen Elçî, Mahmut Elçî, Mustafa Bingol.