Li Enqereyê wesayîta ku parlementerên HDP’ê tê de bûn qeza kir
Li Enqereyê wesayîta ku parlementerên HDP’ê tê de bûn û teqsiyek li hev ketin. Di qezayê de şifêrê teqsiyê jiyana xwe ji dest da.
Li Enqereyê wesayîta ku parlementerên HDP’ê tê de bûn û teqsiyek li hev ketin. Di qezayê de şifêrê teqsiyê jiyana xwe ji dest da.
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku wesayîta ku parlamenterên wan tê de bû û teqsiyek li xaçerêya Mîllî Kutuphane ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê li hev qelibîne. Hat zanîn ku di encama qezayê de ajokarê teqsiyê jiyana xwe ji dest da.
Daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê wiha ye: “Îro di danê sibehê de parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nûsrettîn Maçîn û endamên partiya me dema bi wesayîta partiyê ber bi balafirgehê ve diçûn, li xaçerêya Mîllî Kutuphaneyê qeza kir. Wesayîta partiyê û teqsiyeke rêwiyan li hev qelibîn. Di encama qezayê de parlamenterên me bi sivikî birîndar bûn. Me bi xemgînî bihîst ku tevî hemû hewldanan jî ajokarê teqsiyê jiyana xwe ji dest daye. Parlamenterên me li nexweşxaneyê di bin kontrolê de ne.”