Li Enqereyê serdegirtina malan: 6 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser malan û 6 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser malan û 6 kes destgîr kirin.
Hate ragihandin, ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatiye kirin.
Di serdegirtinê de Mehmet Dersûlû, kedkarê çapemeniyê Îsmaîl Cengîz Mûmcû, Merve Demîrel, Omer Akyel, Şengul Ozdemîr û Tûran Aktaş hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin.