Li Enqereyê duwemîn civîna awerte

Li Enqereyê duwemîn civîna awerte

Piştî civîna li Wezareta Derve ya Tirk der barê balefira Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin, dê civîneke a bilind a “ewlekariyê” di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin.

Balefira Tirk a keşfê ya bi tîpa RF-4E roja înê ji aliyê hêzên parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hat xistin. Ji bo peydakirina her du pîlotên balefirê xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin. Der barê mijarê de civîneke awerte li Wezareta Derve ya Tirk hat lidarxistin.

Piştî vê civînê, dê civîneke a bilind a “ewlekariyê” di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin