Li Enqereyê civîna ewlekariyê ya awarte

Li Enqereyê civîna ewlekariyê ya awarte

Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan vegerî Tirkiyeyê, dê îşev li Enqereyê civînek ewlekariyê ya awarte li darxîne.

Piştî ku Erdogan vegerî Tirkiyeyê, civîna ku dê li Konûta Fermî ya Serokwezîrtiyê bê li darxistin, Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Devre Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan dê tevlîbibin.

Balkêşe ku civîn piştî balefire şer ya Artêşa Tirk li Sûriyeyê ket dê pêkbê.