Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç da zanîn ku, piştî mirina 8 leşkeran ya li Herêma Oremarê dê li Enqereyê 'Civîna ewlehiyê' were lidarxistin.
Derbarê êrîşa li hemberî qereqolên herêma Oremar ya Colemêrgê ku di encamê de herî kêm 8 leşker mir û 16 leşker jî birîndar bibû Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç nirxandin kir. Arinç da zanîn ku, dê îro li hev bicivin û di rojeva wan de pêvçûn û girtîgeh heye. Arinç li ser serdanên Erdogan jî axivî û wiha got: "Niha ne mijara gotinê ye ku Serokwezîr Erdogan serdanên xwe betal bike. Dê Beşîr Atalay û Îdrîs Naîm Şahîn biçin herêmê."
Arinç derbarê pêvçûnê de jî ev agahî dan: " Şeva din di navbera demjimêrên 03.30 - 04.00'an de li baregeha leşkerî ya herêma Oremarê êrîşekî mezin pêk hat. Him hejmara wan zêdebû, him jî çekên wan hebû. Mixabin piştî pêvçûne Waliyê Colemêrgê daxuyanî da." Arinç diyar kir ku, 8 leşkerê jiyana xwe ji dest dane û 16 leşker jî birîndar bûye. Her wiha Arinç îdîa kir ku, nêzî 10 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye ku, di derbarê çalakiya Oremarê de hêjan HPG’ê tu daxuyanî nedane.