Piştî çalakiya berfireh a gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Elkê ya Şirnexê rayedarên Enqereyê ketin nava liv û tevgerê.
Li gorî daneyên fermî 10, lê li gorî çavkaniyên herêmî bi dehan leşker û polîs di pevçûnê de hatine kuştin. Piştî pevçûn Enqere ket nava liv û tevgerê. Hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdonga saet di 18.00 de bi Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel re hevdîtinekê pêk bîne.