Li Endliya Enqereyê ‘Şanoya 12’ê îlonê’ dest pê kir

Li Endliya Enqereyê ‘Şanoya 12’ê îlonê’ dest pê kir

Di ser derbeya leşkerî re 32 sal derbas bû. Piştî 32 salan di 4’ê nîsanê de doza generalên 12’ê Îlonê ya dihatin darizandin dest pê kir. 3’emîn danişîna dozê îro li Edliya Enqereyê dest pê kir. mexdurên derbeyê li ber edliyê htin cem hev û bang li hikûmeta AKP’ê kirin û gotin; “12’ê îlonê piştguh neke, bidarizîne.’ Karagozê ku rastî îşkece û surgunê hat wiha got: “Ez doz senaryo ye. Dika şanoyê ye.”

Di derbeya 12’ê îlonê de bi hezaran kes rastî îşkenceya hatin, ji kar hatin avêtin, hatin surgunkirin û darvekirin. Generalên 12’ê îlonê Evren û Şahînkaya 32 sal şûn de tên darizandin û 3’emîn danişîna dozê li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê dest pê kir.

Der barê derbeya 12’ê Îlona 1980 de doz li Fermandarê Giştî yê demê yê artêşa Tirk û 7’emîn serokomar Kenav Evren û Dermandarê Hêzên Hewayî Orgeneralê Teqawît Tahsîn Şahînkaya doz hatibû vkeirin û di 4’ê nîsanê de doz hatibû dest pêkirin.3’emîn danişîna dozê jî dest pêkir û Platforma 12’ê Îlonê ku gelek partiyên siyasî, rêixstinên girseya demokartîk û sendîka jî din av de bû ji bo hesab ji darbekaran bê pirsîn li ber Edliya Enqereyê hatin cem hev. Nivîskar Atîlla Keskîn, Komîsyona Şopandina Navneteweyî û welatiyên hatibûn surgunkirin li ber edliyê bûn. Malbata Cemîl Kirbayir ku yê di binçavan de hatibû wendakirin, hevsera Mustafa Asim Hamdullahoglu, Aynur Hamdullahoglu jî hate edliyêû tevlî danişînê bû.

Endamên platformên wêneyên kesÊn di 12’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da bûn hildan û li ser panqartên ku daliqandibûn jî diyar dikirin ku 12’ê îlonê jibîr nekirine û dê efû jî nekin. Bê naveber dirûşmeyên ‘Kedkar dê hesabê derbeyan bipirsin’, ‘Dayika Berfo li vir e, darbekar li ku ne’, ‘Kenan Evren dê bê û hesab bide’ hatin berzkirin. Her wiha maketa Erdal Erenê 17 salî jî li qadê hate danîn. Her wiha bo wendayan rê hate girtin û axaftin htin kirin. bîlançoya 12’ê îlonê hate bibîrxistnin. Balkişandin ser jiyana kesên hatin surgunkirin. Berpirsên sereke Evren û Şahînkaya ku tevlî dadgehê nebûn û bêyî girtin tên darizandin, hate hînbûn divê bînin dadgehê. Di axaftinan hate diyar kirin k udi 12’ê îlonê de ji 7’an heta 70’ê tacîzê hemû civakê hatiye kirin û hete destnîşan kirin k udi dema AKP’ê de pêvajoya derbeyê kurtir bûye.

Ji sendîkaya karkerên xurekê ya Almanyayê Selahattîn Yildirim axaftinek kir û wiha got: “Di dozê de du Standard tên pêkanîn. Di doza 28’ê sibatê de hemû delîl tên lêkolînkirin. Serê doza 12’ê Îlonê tê girtin. Îfadeya ji ser înternetê bi telekonferansê hatiye girtin skandale. “

DOZ SENARYO YE, WEKÎ DIKA ŞANOYÊ YE

Işilay Karagoz jî bi lêv kir kul i Artvînê îşkece dîtiye û diyar kir ku zarokên di wê dîrokê de ji dayik bûne 30 salê xwe tije kirine û wiha got: “Gelek kes hatin surgunkirin. Nekaribûn bê welatên xwe. Darizandina 12’ê îlonê ne qenciyek a Erdogan e. Encama têkoşîna meye. Belê darizaninek niha heye lê senaryo ye. Dika şanoyê ye. Bila hemû darbekar bên darizandin.”

Mexdura 12’ê îlonê ya 75 slî Nurşîn Bîrol jî got ku ew ji dewletê vê dixwaze ku bila miriyên wan ji wan re bînin.

Mîkaîl Kirbayir jî wiha got: “ Di vê ev doz bê darizandin. Tu malbateke ku nisîbê xwe ji derbeyê negirtibe tune ye. Bê guman malbata min jî. Tenê darizandina Evren û Şahînkaya têr nake.”

Doza ku Evren û Şahînkaya tê de tên darizandin de 476 kes, 18 komele, parstiyên siyasî, saziyên civaka sivîl jî ji bo mudaxîl bibin serî lê dan. 321 kesî bi daxwaznameyê û 155 kesî ji bi hevkariya parêzeran serî lê da. Daxwaza malbata Erdal Eren hatibû qebûlkirin. Lê daxwaza malbatên Abdî Îpekçî, dozger Dogan Oz, akademîsyen Cavît Orhan Tutengîl ku beriya derbeyê hatibûn kuştin hate redkirin.

BÎLAÇOYA 12’Ê ÎLONÊ

Ji bo 7 hezar kesî darvekirin hate xwestin, cezayê darvekirinê dan 517 kesan.

Dosyaya 259 kesên îdamê şandin Meclîsa Tirkiyey.

Ya 54 kesan hate erê kirin û ji van 50 kes hatin înfazkirin.

650 hezar kes hatin binçavkirin, mîlyon û 683 hezar kes hatin hedefgirtin.

71 hezar kes li gorî xalên 141, 142 û 163.; 98 hezar kes jî bi îdiaya endamên rêxistinê ne hatin darizandin.

- Pasaport nedan 388 hezar kesî

-30 hezar kes ji kar hatin avêtin.

-4 hezar kes ji welatîbûnê hatin derxistin.

-30 hezar kes wekî penaberên siyasî çûn derveyê welat.

-300 kes bi awayekî gumanbar hatin kuştin.

-171 kes di encama îşkenceyê de mirin.

-937 fîlm hatin qedexekirin.

- 23 hezar 677 komele faliyetên wan hatin rawestandin.

- 3 hezar û 854 mamoste, 120 hîndekarên zanîngehê û 47 dadger ji kar hatin derxistin.

-Ji bo 400 rojnamegerî 4 hezar sal ceza hate xwestin.