Li Elmanyayê Berxwedana Serdemê hate silavkirin

Li bajarên Salzgîtter, Hannover û Leîpzîgê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê hatin protestokirin û Berxwedana Serdemê hate silavkirin.

Kurdistanî û dostên wan li qada Am Monoûment a bajarê Salzgîtterê yê Elmanyayê hatin ba hev û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meş û mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de alayên YPG, YPJ û PYD’ê hatin hildan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê çalakiyên ji bo Efrînê bênavber didome. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî meş û mîtînga ji bo piştgiriya Efrînê bûn.

Di qada mîtîngê de polîsan got ku, “Em ê destûrê nedin ku hûn wêneyên zarokên mirî û birîndar hildin, ji ber ku li Elmanyayê qanûna Parastina Zarok û Ciwanan heye û divê hûn li hemberî qanûnan bi hurmet bin.”

Nijadperestên ku xwestin çalakiyê provoke bikin jî hatin astengkirin.

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîgê yê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê dîsa hatin ba hev. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî têkiliya Elmanya-Tirkiyeyê hate nîşandan û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ hatin hildan.

STADE

Li bajarê Stade yê eyaleta Nîedersachsenê yê Elmanyayê êrîşên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Nêzî 500 kes beşdarî meşê bûn.

Di çalakiyê de nûnerê PYD’ê Mîqdat Efrîn diyar kir ku ew ê Efrîn tu carî li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar neke.