Li Elmanya û Kanada komkujî hat protestokirin

Li Elmanya û Kanada komkujiya li Enqereyê hat protestokirin, AKP û Erdogan hatin lanetkirin.

Li Elmanya û Kanada komkujiya li Enqereyê hat protestokirin, AKP ûErdogan hatin lanetkirin.

DORTMUND

Li bajarê Elmanya yê Dortmund li Katharinenplatz komkujiya li Enqere hat protestokirin. Di çalakiya ku gelek sazî û dezgehan piştgirî da  Nêzî 2500 kes beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşma, "Qatil Erdogan" bê navber hat gotin. Li ser navê AABF Ozkan Laften, li ser HDP’ê Pinar Aydinlar, li ser navê NAV-DEM’ê Yuksel Koç û li ser navê Komeleya Jinên Koçber a Dortmund Meral Kiliç axivîn.

Girse piştî axaftinan, ber bi Dêra Reînoldî ya li navenda bajêr meşiya.

TORONTO

Navenda Civaka Kurd a li bajarê Toronto ya Kanada, komkujiya li Enqereyê protesto kir. Mala Cem a Toronto û saziyên din tevlî çalakiyê bûn. Di meşa li ser cadeyên herî qerebalix ên bajêr de nêzî 500 kes amade bûn. Girseyê paşê li ber Şaredariya Toronto daxuyaniya çapemeniyê da. Berdevkê Karên Derve ya Meclîsa Kurd a Toronto Hadî Elîf ku daxuyanî xwend, wek berpirsê komkujiyê AKP û Erdogan nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîst e gel di sindoqê de bersiv bide AKP’ê û banga yekîtiyê hat kirin.