Li Elihê 3 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk ên ciwanên HDP'yî yên li Kocaeliyê hedef girtin, li bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê jî 3 kes destgîrkirin.
Polîsên Tirk ên ciwanên HDP'yî yên li Kocaeliyê hedef girtin, li bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê jî 3 kes destgîrkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di serdegirtinên malan ên danê sibehê de bê ku hincet bê nîşandan Abdullah Îş, Şerîf Çakar û Mustafa Erol hatin destgîrkirin.
Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Tê diyarkirin ku der barê 7 kesan de biryara destgîrkirinê heye.
Li Kocaeliyê danê sibehê bi awayek hemwext bi ser malan de hatibû girtin û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Kocaeliyê Îbrahîm Guler, Yekbûn Şengul, Zîlan Atabay, Hûrî Yildizhan û Hasan Alî yê ku paşnavê wî nehat tespîtkirin, hatin destgîrkirin.