Li Efxanîstê hêjmara leşkerên mirî yên DYA’yê giha 2 hezaran

Li Efxanîstê hêjmara leşkerên mirî yên DYA’yê giha 2 hezaran

Li rojhilatê Efxanîstanê di encama êrîşeka li dijî hêzên NATO’yê de leşkerekê DYA’yê mir. Li gorî vê li Efxanîstanê hêjmara leşkerên mirî yên DYA’yê giha 2 hezaran.

Daxuyaniya ku îro ji aliyê NATO’yê ve hate dayîn, hate ragihandin ku duh şev li eyaleta Wardak nêzî biryargeha Sayedabad ya leşkerên Efxan li dijî nokteyek ya kontrolê êrîş pêkhat, di êrîşê de leşkerekî NATO û mutehîtekî biyanî mirin.

Artêşa DYA’yê ragihandin ku, leşkerên hatine kuştin leşkerên DYA’yê ne.

Berdevkê walîtiya Wardakê Şahîdullah Şahîd ragihand ku, bûyer ji ber sedema xelet fêmkirina navbera leşkerên Efxan û DYA’yê de rû daye û got; “Leşkerek yê Efxan çek dirêjî leşkerê Amerîkayî kiriye û reşandiye. Di bûyerê de hinek leşkerên Efxan jî mirin.”

Tenê di nava vê salê de di êrîşên bi unîformayên polîs û leşkerên Efxan hatine pêkanîn de, 52 leşkerên biyanî hatine kuştin.

Ji sala 2001’an û ango dagirkirina Efxanîstanê ji aliyê DYA’yê ve, li vî welatî hêjmara leşkerên DYA’yê yên hatine kuştin giha 2 hezaran.