Îro li rojavayê Efxanîstanê di êrîşa bombeyî ya hêzên NATO hedef girtîn de 3 jê leşkerên NATO 14 kes mirin, ji 60 kesan zêdetir jî birîndar bûn.
Rayedarên Efxani ragihand ku, li paytexta eyaleta Xost ku navê paytextê jî hemane çalakvanekî xwekujiyê bi motosîkletekî teqî teqemenî ketiye nava dewriyeya polîsên Efxan û leşkerên NATO yê de. Biryargeha NATO ya li Qabîlê ragihand ku, di nava kesên mirî de wergerekî Efxan û gelek polîs jî hene.
Berdevkê eyaleta Xost Baryalai Vakman jî ragihand ku, di nava kesên hatîn kuştin de 6 sivîl jî hene û her wiha piraniya kesên birîndar jî sivîlin. Ji birîndaran 30 kes li nexweşxaneya Xost, yên din jî li klînîkên taybet têne derman kirin. Her wiha ji zêdebûna hêjmara miriyan diltirsin.
Berdevkê Telîbana Zabiullah Mucahî bi peyama ku ji saziyên çapemeniyê şandî re ragihand ku êrîş girtiye ser xwe.
Nasnameya 3 leşkerên NATO yên hate ragihandin di êrîşê de mirine hatin aşkera kirin. Piraniya leşkerên biyanî yên li herêmê leşkerên DYA’yê ne.
Di êrîşên li eyaleta Xost yên lidijî hêzên NATO û Efxan de, di van demên dawî de zêdebûnek çêbûye. Tê ragihandin ku piraniya êrîşan rêxistina Hakanî ya girêdayî Telîbana pêktîne.