Li Efxanîstanê bi 10 tonên teqemeniyê êrîşî baregeha NATO’yê kirin

Li Efxanîstanê bi 10 tonên teqemeniyê êrîşî baregeha NATO’yê kirin

Li Efxanîstanê di êrîşek xwekujî ya li dijî baregeha hêzên çekdar ÎSAF ya NATO’yê de li gorî çavkaniyên ewlekariyê herî kêm 7 sivîl mirin, 13 kes jî birîndar bûn. Talîbanên ku êrîş girtin serxwe ragihandin ku, gelek leşkerên biyanî kuştine.

Hate ragihandin ku, çalakvanê xwekujiyê kamyona tejî teqemenî biriye ser noqteya yekem yaewlekariya baregehê. Hat diyarkirin ku, piştî teqînê li dijî baregehê êrîşa çekdarî pêkhat. Talîbana êrîş girt serxwe.

Berdevkê ÎSAF’ê parast ku, ti endamên ÎSAF’ê û hêzên ewlekariya Efxan ne mirine û her wiha got, piştî teqînê di şerê derketî de 14 serhildêr hatine kuştin û niha rewş arame.

Çavkaniyên ewlekariyê ragihand ku, kesên jiyana xwe ji dest dane, Efxanên ku di avakirina baregehê de dixebitinin.

Berdevkê Talîbana Zabîbullah Mucahîd aşkera kir ku, “bi 10 tonên teqemeniyê êrîşî restorantekî aydê baregeha NATO’yê ya li bajarê Khostê pêkanîne û hêjmarek mezin leşkerên biyanî kuştine.”