Li navçeya Elbak a Wanê şebekeyek ku bi temamî ji personelên edliyeyê pêk dihat derket holê. Şebeke alavên li emanetxaneya edliyeyê derdixînin ji derwey û gendelî dikin. Her wiha di derbarê 4 dozgerên ku di dema diziya ku 10 salin diajo de erkdar bûn de lêpirsîn hat destpêkirin. Derket holê ku ev 2 salin mudûrê emanetxaneya edliyê jî girtî ye. Piştî ku pê dihesin alavên hatinî buroya emanetê ya edliya Elbakê wenda bûne dest bi operasyonê tê kirin. Piştî operasyonê mudûrê emanetxaneya edlî M.Z û kesek din tê girtin. Her wiha derbarê 4 dozgerên ku ji sala 2011’an û şûnde li emaneta edlî ya Elbakê erkdarin lêpirsîn hat vekirin. Weşartî hiştina lêpirsîna ku sala bihorî destpêkiribû bal dikişîne.
Li gorî îdeayan heta pereyên ku radestî buroya emaneta edlî hatine kirin jî hatine îmhakirin. Gendelkaran li cihê bi giştî 3 ton û 700 kîlo eroîn û madeyên hişber yên hatibûn destgîrkirin, ar û lîmon danîn. Li gorî yasayan divê her 6 mehan carekê tiştên ku radestê buroya emaneta edlî tên kirin werin hijmartin. Tevî hijmartinên ku ji sala 2011’an û şûnde hatine kirin jî piştî wendabûna tiştên ku radestê emaneta edlî hatine kirin, derheqê 4 dozgerên ku 10 salin li edliyeya Elbakê erkdarin lêpirsîna edlî û doza giştî hat vekirin.
Di binê belgeyên hejmartinên hatinî çêkirin yên dibêjin ku hemû alavên di buroya emaneta edlî li cihê xwe ne de îmzeya dozgeran heye.
GENDELKAR M.Z: DI HER EDLIYEKÊ DE ŞEBEKEYEK WIHA HEYE
Ji ber heman dozê mudûrê emaneta edlî M.Z û kesek din ji par ve heya niha girtî ye. Midurê girtî M.Z di îfadeya xwe de mikur hat ku şebekeyên bi vî rengî li Bedlîs, Mûş, Wan û li gelek navçeyan heye. piştî mikurhatinên M.Z’yê nehate zanîn bê ka di navçeyên din de lêpirsîneke wiha hatiye vekirin yan na. Lêpirsîna derbarê bûyerê didome.