BI DÎMEN

Li Edînbûrghê Navenda Civaka Kurd vebû

Li paytexta Skoçya Edînbûrghê, Navenda Komeleya Kurd bi şahiyekê hat vekirin. Di vê merasîmê de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.

Koma Zelal û koma dahol û zirneyê reng dan şahiya vekirin.ê Her wiha jin, zarok û ciwanan pêşbirkên cihêreng lidarxistin.

Meclîsa Gelê Kurd a sal û nîvek e karê çandî û civakî dimeşîne, roj bi roj rêxistinbûyîna xwe berfireh dike. Meclîsa xwe gihand Kurd û demokratên li hemû herêmên Skoçyayê, bi çalakiyên xwe yên çand û civakî yên ji bo jin, ciwan û zarokan balê dikişîne.

Li vê navenda li Edînbûrgê wê dersên Kurdî, govend û muzîkê bên dayîn. Qursên zimanê Kurdî wê bi du beşan, ji bo mezinan û zarokan di 4 polan de bê dayîn.

Koma muzîkê Koma Çarçela ya di bin sîwanê komeleyê de dixebite, qursa gîtarê dide.

Di nava xebatên komeleyê de her wiha klûbeke xwendinê jî heye.

...