Li Edeneyê şahiya karkeran

Li Edeneyê şahiya karkeran

Karkerên TEDAŞ'ê ku bi hinceta çalakî li dar xistine ji kar hatine avêtin, ji bo balbikişînin berxwedana ku 104 roje didome, li Parqa Dogal şahiyek li dar xistin.

52 karkerên TEDAŞ'ê ku di karên taşeron de dihatin xebitandin ji bo mehmiza wan nedihat dayîn çalakî li dar xistibûn û ji ber vê yekê ji kar hatibûn avêtin. Li ser vê yekê karkeran li ber avahiya TEDAŞ'ê kon vekiribûn û dest bi çalakiyê kiribûn. Karkeran ji bo balbikişînin ser çalakiya ku gihaştiye 104 rojan li Amfiya Şano a servekirî ya li Parqa Dogal ya li Navçeya Çûkûrovayê ye şahiyek piştgiriyê li dar xistin. Endamên Platforma Şaxên KESK'a Edeneyê, SES, Dev Saglik-Îş, Halkevlerî, TKP û bi sedan welatî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de sînevîzyonekî li ser berxwedana karkerên TEDAŞ'ê hatibû amadekirin, hate pêşkêşkirin. Karkeran gelek caran dirûşmeyên wekî "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bila karkerên ji kar hatine avêtin ji nû ve bigirin kar" û "Mafê me yê sendîkayê nayê astengkirin" berz kirin.

Sekreterê Rêxistinkirinê ya Enerjî Sen'ê Suleyman Keskîn diyar kir ku, ligel binçavkirin û mudaxeleyan li ber TEDAŞ'ê 104 rojin çalakiya xwe didomînin û destnîşan kir ku, heta karkerên ji kar hatine avêtin, vegerin ser karên xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî axaftinan hunermend Hîlmî Yarayici, Bandîsta û Ozan Ýrmak derketin ser dikê û stranên xwe bi beşdaran par ve kirin.