Li Edeneyê terora polîsan: 3 zarok birîndar

Li Edeneyê terora polîsan: 3 zarok birîndar

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya giriyan meşek pêk anî. Girseya xwest meşê pêk bîne rastî êrîşa polîsan hat û polîsan yek jê bi giranî, bi giştî sê zarokan birîndar kir.

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku ji 12'ê Îlonê de dest bigireva birçîbûnê kirine xwestin taxa Daglioglu ya Edeneyê meşekê pêk bînin. Li kolana Karasu ya Daglioglu, bi hezaran kes li hev kom bûn û meş pêk anîn.

Girseyê alên PKK û HPG'ê bilind kirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e berz kirin. Di meşê de Serokê BDP'a Edeneyê Uður Bayrak, diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşinin rê li pêşiya aştî û çareseriyê digirin û wiha got: "Gelê kurd dê li hemberî tundiyê seri netewîne. Ger ku aştî tê xwestin divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û daxwazên gelê kurd ên azdiyê bê dayîn. Azadiya Ocalan temînata aştiyê û azadiya gelê kurd e."

Komê piştî daxuyaniyê xwest dest bi meşê bike. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişê girsê kir. Bi mudaxaleyê re di nava girsê û polisan de pevçûn rû dan. Di bûyeran de yek jê bi giranî, sê zarokên Kurd birîndar bûn.

Di bûyerê de maddeya ku polîsan avêt nava girsê teqiya û di teqînê de Hayrunisa Guger a 6 salî bi giranî birîndar bû. Guger rakirin Nexweşxaneya Numune ya Edeneyê. Bavê Hayrunîsa Azîz Guger, diyar kir ku keça wî ji noqa xwe ve birîndar bûye û kebeza wê zerar dîtiye. Guger, da zanîn ku hevsera wî Mehtap û keça wî Hayrunisa diçûn kirtasiyê û dema derbas dibûn polîsan bombeya gazê avêt wan û keça wî birîndar bûye. Guger, da zanîn ku doktoran diyar kiriye ku dibe keça wî emeliyat bibe. Hate zanîn ku du maşîneyên zirxî yê polîsên sivîl jî li ber nexweşxaneyê hatine rawestandin.