Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya giriyan meşek pêk anî. Girseya xwest meşê pêk bîne rastî êrîşa polîsan hat û polîsan zarokek bi giranî birîndar kir.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku ji 12'ê Îlonê de dest bigireva birçîbûnê kirine xwestin taxa Daglioglu ya Edeneyê meşekê pêk bînin. Li kolana Karasu ya Daglioglu, bi hezaran kes li hev kom bûn û meş pêk anîn.
Girseyê alên PKK û HPG'ê bilind kirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e berz kirin. Di meşê de Serokê BDP'a Edeneyê Uður Bayrak, diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşinin rê li pêşiya aştî û çareseriyê digirin û wiha got: "Gelê kurd dê li hemberî tundiyê seri netewîne. Ger ku aştî tê xwestin divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û daxwazên gelê kurd ên azdiyê bê dayîn. Azadiya Ocalan temînata aştiyê û azadiya gelê kurd e." Komê piştî daxuyaniyê xwest dest bi meşê bike. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişê girsê kir. Bi mudaxaleyê re di nava girsê û polisan de pevçûn derket. Di pevunê de di nava girsê de teqînek pêk hat. Piştî cîzmê ku ji aliyê polîsan ve hate avêtin û di nava polîsan de teqiya zarokê temenê wî 9-10 sali bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Şer û pevçûn didome.