Li Edeneyê jimara Kurdistaniyê hatine binçavkirin bû 10

Li Edeneyê jimara Kurdistaniyê hatine binçavkirin bû 10

Li Edeneye hêjmara Kurdistaniyên duh di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin derket 10’an. 10 Kurdistaniyên jê 6 zarok û xebatkarê Radyo Dunyayê Vakkas Durgut jî heyî hêj li Midûriyeta Polîsan tên girtin. Bavê Yahya Daniş yê ku hate binçavkirin Burhanettîn Daniş diyar kir ku, kurê wî rastî gefên polîsan hat.

Duh serê sibê li taxên Ova, Barbaros, Gulbahçe, Şahîrpaşa û Daglioglu yên navçeya Seyhan ya Edeneyê polîsan bi helîkopter û panzer di ser gelek malên Kurdan de girt. Piştî lêgerîna malan di nav de xebatkarê Radyo Dunyayê Vakkas Durgut, Azîz Toprak, Yahya Daniş û Omer ê ku paşnavî nehate zanîn û zarokên bi navê M.B. A.T., H.Y. û 3 zarokên din ên navê wan nehate zanîn hatin binçavkirin.

10 Kurdistaniyên bi hinceta tevlî bernameyên 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn hatin binçavkirin û hêj li Midûriyeta Polîsan tên girtin. Li bendêne ku 6 zarokên li Şaxa Zarokan tên girtin, piştî karên îfadeyan derbixin dozgeriyê. Hate hînbûn ku 4 Kurdistaniyên din jî dê sibê derbixin dozgeriyê.

'KURÊ MIN RASTÎ GEFAN HAT'

Bavê Yayha Daniş yê ku hate binçavkirin Burhanettîn Daniş serî li TUHADER'a Edeneyê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Daniş diyar kir ku, roja Yekşemê di demjimêr 05.00'an de polîsan bi wesayîtên zirxî di ser mala wan de girtin û bêyî hincet deriyê malê şikandin û wiha got:

"Deriyê hetina malê û qata duyemîn şikandin û çek rastî me kirin. Neviyên min gelek tirsiyan. Kurê min 5 carin tê girtin. Kurê min diçe dibistana amadeyî. Dema dibistan destpê dike binçav dikin. Mafê wî yê xwendinê ji destê wê tê girtin. Polîsan ji kurê min re got, 'ji me re bibe alîkar' lê ji ber ku kurê min ev yek nekir, rastî gefên polîsan hat. Ez ji polîsan gîlîdarim."