Li Edeneyê 60 karkerên demsaliyê ji ber dermanê çandîniyê jehîr bûn. Karkerên jehrîbûn li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin û 2 kes jî hatin binçavkirin.
Bûyer şêvê din li taxa Sarihamzali ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê pêk hat. 350 karkerên ji Rihayê hatin Edeneyê 60 karker ji ber dermanê çandîniyê yê li zeviyeke pembû hate kirin jehrî bû. Karkerên jehrîbû rakirin nexweşxaneyên cuda yên Edeneyê.
Piştî bûyerê yekîneyên tendurîstiyê hatin cihê bûyerê û ji ber ku maske bikar neanîn 7 kes ji wan jî jehrî bûn û rakirin Nexweşxaneya Aşkim Tufekçî ya Çukurovayê. Ji karkeran yekê yê ku navê wî nehate zanîn qrîza dil derbas kir û rewşa wî girane.
Têkildarî bûyerê polîsan xwediyê zeviyê Zekeriya Cîrîtçî û ajokarê traktorê Ramazan Gençdal binçav kirin.