Li Edeneyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Li Edeneyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Di nav de xebatkarê Radyoya Dunya Vakkas Dûrgût jî heyî 3 Kurd hatin binçavkirin.

Polîsan di demjimêrên serê sibehê de bi helîkopter û wesayîtên zirxî di ser malên Kurd yên li Taxa Ova ya Semta Şakirpaşa ser bi navçeya Seyhana Edeneyê de girtin, di nav de xebatkarê Radyoya Dunya Vakkas Dûrgût jî heyî 3 Kurd binçavkirin.

Sedemê binçavkirina Vakkas Dûrgût, Mahsûm Bayaz û kesekî din yê navê wî nehate zanîn, nehat hînbûn. Hate diyarkirin ku, birine Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê.