Li Edeneyê serê sibê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 3 kes binçav kirin.
Yekineyên polîsan yên Edeneyê serê sibê li taxa Anadolu ya navçeya Yuregîra Edeneyê di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de zarokên bi navê Z.A. (14), C.U.(15) û welatiyê bi navê Mert Sarı binçav kirin. Polisan 3 kes bi hinceta tevlî çalakiyan bûne binçavkirin û 2 zarok birin şaxa zarokan û kesên din jî birin Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê.