Li Dusseldorf û Kîelê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarên Dusseldorf û Kîelê yên Elmanyayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, konê agahdarkirinê, ku ji bo vegotina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê dike hatiye vedan, di roja 7. de ye.

Li vî konê li ber stasyona trenê ya navendî bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" hat vedan, wêneyên zarokên Kurdistanî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, alên PYD, YPG, PAJK, TJK-E, KJAR, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sara, Rojbîn û Ronahî hatin vekirin.

Çalakî ev du roj in ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Wûppertalê hatine ve tê meşandin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Savci Azar bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Ev 2 roj in me nobeda kon a li Dusseldorfê dewr girtine. Em ji gelê xwe dixwazin, ku xwedî li Serok Apo derkeve û bi xurtî tevlî çalakiyan bibe."

Endama Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê Kevser Ercan jî işaret bi komkujiyên mezin ên dijminên Kurdan li çar parçeyan plan dikin û got, "Em jî mîna her kesî dixwazin bi awayekî azad bijîn. Em naxwazin bimirin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin cîhan hemû vê zilma li Kurdan tê kirin bibîne û bêdeng nemîne. Şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin, li dijî mirovahiyê ye. Dixwazin bi komkujiyan, Kurdan tine bikin. Lê belê Kurd ti carî tine nabin. Ji ber ku bi mîlyona Kurd bûne yek û têdikoşin." Çalakî wê heta 30'ê Hezîranê dewam bike.

KÎEL

Di çalakiya li bajarê Kîelê de, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyên hefteya çandê (Kieler Woche) de jî, Komuna Jinê ya Kîelê belavok belav kir. Li stanta li vir hat vekirin, li ser rewşa Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên AKP li Kurdistanê dimeşîne, agahî ji beşdaran re hat dayîn.

...