Saziyên Kurd beşdarî mihrîcana li bajarê Dortmud a Almanyayê ku dê 5 rojan berdewam bikin, bûn, li Hagenê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” de standa îmzeyan hate vekirin û îmze hatin berhevkirin.
Komeleya Çandê ya Kurdan a Dortmundê û Navenda Jinan a Şehîd Rozerîn beşdarî mihrîcana “Dortmunder Herbbst” ku li Dortmudê tê lidarxistin û dê 5 rojan bidome bûn û standên îmzeyan vekirin. Rojane bi dehhezaran kes beşdarî vê mihrîcanê dibin. Kurd jî bi çanda xwe ve beşdar bûn. Di mihrîcanê de standa îmzeyan a Kurdan li rastî eleqeyek mezin hat.
Li bajarê Hagenê jî di çar di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” de standa îmzeyan hate vekirin û îmze hatin berhevkirin.
Komîsyonên ciwan û jinan ên Kurdan ên Hagenê da zanîn ku heta ew negihin armanca danîne pêşiya xwe, ew ê bi her awayê xebatên xwe bidomînin û her hefte standên îmzeyan vebikin.