Li Dortmundê ji bo protestoya 9’ê Cotmehê bang

Li Dortmundê ji bo protestoya 9’ê Cotmehê bang

Kurdên li eyaleta Northeîn-Westfallen (NRW) ya Almanyayê dijîn li bajê Dortmundê xwe ji bo protestokirina 9’ê cotmehê amade dikin. Komîteya amadekariyê da zanîn ku di 13’ê cotmehê de roja şemiyê dê meşek girseyî pêk wre û banga tevlibûnê kir.

Li Eyaleta Northeîn-Westfallen (NRW) ya Almanyayê ku kurd zêde lê dijîn, bi wsîleya komploya 9’ê Cotmehê dê meşekê pêk bînin û komployê şermezar bikin. Meşa ku dê li Dortmundê pêk were, ji Koln, Bon, Dusseldorf, Duisburg, Essen, Bielefeld û aliyê wê dê kurd tevli bibin.

Komîteya Amadekar der barê meşê de daxuyaniyek da û da zanîn ku dê meşê bi şîara ‘Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, bê navber berxwedan’ li dar bixin.

Komîteya amadekar wiha got: “Piştî komploya ku hemû qanûnên hiqûqî yên mirovahiyê hatin pelçiqandin, 14 sal derbas bû û îşkence hêj bi awayekî sîstematîk didome. ev şert û mercê êdî nayên qebûlkirin. Sebra gelê kurd êdî nemaye. Gelê kurd êdî ji bo serokatiya xwe hemû bedelan dide.”

Komîteyê komplo lanet kir û da zanîn ku ji bo tecrîda li ser serokatiyê bê şikandin û bi Kurdistana Azad re bîne cem hev, divê tevli têkoşînê bibin û her wiha banga tevlibûna meşê hate kirin.

Komîteya amadekar di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di 13’ê cotmehê roja şemiyê bi dirûşmiye ‘Heta azadiya serokatî, berxwedana bê dawî’ dê ji Dortmund Hauptbahnhof saet di 14.00’an de meş pêk were. Ji 7’an heta 70’ê hemû kes bila tevli çalakiyê bibin.