Ciwanên Kurd li bajarên Dortmund û Hagen ên Almanyayê pankartên ‘Ji Ocalan re Azadî ‘ daliqandin. Her wiha ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li Ocalan belavok belav kirin.
Ciwanên Kurd bi boneya balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Dortmund û Hagen ên Almanyayê pankart daliqandin. Ciwanan pankartên “Ji Ocalan re Azadî. Tecrîd cinayet e” bi Almanî li otobanan daliqandin. Ciwanan pankart li ser cadeyên qelebalix ên bajêr daliqandin û li rastî eleqeyeke mezin hat.
Her wiha ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li Ocalan belavok belav kirin.