Li dijî Xazeyê êrîşa hewayî: 7 birîndar

Li dijî Xazeyê êrîşa hewayî: 7 birîndar

Artêşa Îsraîlê di êrîşa hewayî ya li dijî Xezeyê pêkanî de, 4 jê zarok 7 Filîstînî birîndar bûn.

Rayedarên Filistînê ragihandin ku, artêşa Îsraîlê li dijî 5 cihên cûda yên Xezeyê êrîşa fuzeyî pêkaniye. Di êrîşên li dijî Beyt Lahiya, Deyr el Belh û kampa penaberan ya Nuseyrat de 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de jî hate ragihandin ku, êrîş ji ber şerê roja Înê di sînorê Xezeyê de çêbûyî û di encamê de leşkerekî Îsraîlê miribû de pêkhatiye.

Hemasa ku Xeza Şerîdî di kontrola wê de ye jî diyarkir ku, Îsraîl her bûyera ku çêdibe dike hincet û êrîşan pêktîne, bi vî awayî rageşî zêdetir dibe. Hemasê aşkera kir ku, armaca êrîşan ewe ku aştiya nava Filistînê têkbibin û destnîşan kir ku, ew dê li beramberî vê li ber xwe bidin.