Li dijî tezkereyê nerazîbûn

Li dijî tezkereyê nerazîbûn

Tezkereya ku rê li ber şerê dewleta Tirk û Sûriyeyê de vedike, li Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê hate pejirandin. Nerzîbûnên li hemberî vê yekê berdewam dikin. Ji BDP’ê Ertugrul Kurkçu û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tanhan û Berdevkê Ji Nijadperestiyê e bêje “Raweste” (DurDe) Cengîz Algan tezkereyê ji ANF’ê re nirxandin.

KURKÇU: DIVÊ NE NIYET, PEJIRANDINA TEZKEREYÊ WERE GOTÛBÊJKIRIN

Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu got; "Divê ev hewaya şer di deme zû de bi dawî bibe. Ji bo pevçûnên li Sûriyeyê bi dawî bibin, bi ya me hewldanên di asta navneteweyî de divê bêne zêdekirin. Pêwîstî bi vê heye. Divê hemû rêbazên leşkerî bêne redkirin."

Kurkçu rexne li rayedarên hukûmeta AKP’ê kir û got; "Beriya niha tê bîra me; em dizanin ku tezkereya par hate pejirandin, bi serê gundiyên Qilabanê ve teqiya. Bi ya min niyeta hukûmetê ne mijara sereke ye. Tu kesek nikare bêje rê li ber bûyerên wiha venake. Bi ya min gotinên “niyeta me ya wisa hebû, niyeta me ya wiha nebû” bêhûde ne. "

AKTAR: ERDNÎGARIYA ME DÊ DI XETERIYÊ DE BE

Serokê Baroya Amedê Prz. Mehmet Emîn Aktar jî got; “Em bi tabloyek metirsîdar a polîtîkayên hukûmetê yên li hemberî Sûriyeyê re rû bi rû ne; em hatine wê rewşê êdî dibêjin ‘em dikarin leşkeran bişînin dersînor’. Ev amadekariyek a şer e, divê teqez li hemberî vê bê rawestîn."

Prz. Aktar da zanîn ku divê ji destwerdana leşkerî dûr bikevin û got; “Em binêrin; Dê destwerdaneke leşkerî fêdeyek çawa bide gelên Tirkiye û Sûriyeyê. Tezkereyek ku tu fêde nade gelan hatiye pejirandin. Em ji titşên ku dive a niha li ser sînoran biqewimin pir bi fikar in. Erdîngariya me ketiye bin metirsiyê. "

TAHMAZ: NE YÊN KU GOTINE 'ERÊ', DÊ ZAROKÊN GEL BEDELA WÊ BIDIN!

Berdevkê Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz diyar kir ku pejirandina tezkereyê ji aliyê meclîsê ve nîşan dide ku polîtîkaya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî Rojhilata Navîn îflas kiriye. Tahmaz got; "Ev saleke ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê ye; hemû polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî herêmê îflas krine. Em êdî bûn parçeyek ji şerê navxweyî yê li Sûriyeya ku di nava kaosekê de ye.”

Tahmaz da zanîn ku dê bedela vê yekê ne kesên ku tezkereyê pejirandine bidin, dê zarokên gel bedela vê yekê bidin û got; “Divê ji bo aşitiyê pêngav bêne avêtin" Tahmaz Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got; " Serokwezîr daxuyaniyek da. Dibêje dê kesên ji tezkereyê re gotine “Na” dê çi hesabê bidin dîrokê. Belê rast e 5 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Lê AKP her roj rê li ber mirina bi dehan kesî vedike. AKP dê çawa hesabê bide? "

ALGAN: DÊ RÊ LI HILWEŞÎNÊ VEKE

Berdevkê Ji Nijadperestiyê e bêje “Raweste” (DurDe) Cengîz Algan got; “Her carekê heman tiştên diceribînin û dixwazin encamên cûda bi dest bixin. Ev yek ehmeqî ye. Tirkiye di nava welatê xwe de gelek caran bû cîranê sînorê şer. Tezkereya şer jî di nava vê yekê de ye. Lê dîsa her tim wenda dike. Divê mirov ji van tiştan ders bigire. "

Algan da zanîn ku şer dê rê li ber hilweşîna di navbera gelan de vebike û got; "19 meh in li Sûriyeyê şerek navxweyî heye. Nêzî 2.5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne." Algan da zanîn ku divê gel bi xwe dîktatoriyê hilweşînin û destnîşan kir ku ger hewl bidin bi zora alîkariya derve hilweşînin, dê neçar bimînin ku li gorî hêzên derve tevbigerin.