Li paytexta kantona Valaîs bajarê Sîonê, bi tevlêbûna La Roûe Lîbre – Altenatî’valaîs, Ûnîa Wallîs, Jeûnes Verts, Les Verts, POP, Jeûnes Socîalîstes, Assocîatîons des Kurdes en Valaîs û CDK a Lozanê, li qada place de la Planta mîtîngek hat lidarxistin.
Di şexsê kesên di berxwedanên li her parçeyên Kurdistanê de şehîd bûne, deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar Nazîle Halîme Hasan, metna daxuyaniyê ya bi Fransî xwend.
Halîme Hasan qala serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê destpê kirî û li Îranê belav bûye û qetilkirina 3 aktîvîstên Kurd a li Fransayê, kir û got ku mirov îro li dijî komkujiyan li qadan e.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla pêk tîne û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd polîtîkayek şer a dagirkeriyê, bi rêve dibe.
Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Sitki Demîr jî axivî û Veysî Taş ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, bi bîr anî. Demîr wiha got: “Em ê xwedî li paradîgmaya Rêbertiya xwe derbikevin û berxwedana xwe bidomînin. Em Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin.”
Serokê Kantonê yê Partiya Karkeran (POP) Federîc Noûchî jî li vir kurt axivî û anî ziman ku ew bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne.
Piştî axaftinanan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û bi dawî anîna êrîşên qirker û dagirkeriyê yên li Kurdistanê, bi dawî bû.