Terora daraz û polîsên Tirk îro jî bi destpêkirina rojê re dest pê kir. Di operasyona li dijî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) tevî serokê giştî Lamî Ozgen gelek endam û rêveber hatin binçavkirinç
Yekîneyên polîsan serê sibê di bin navê "KCK'ê" de bi ser gelek malên kedkaran de girt. Hate zanîn ku di serdegirtinan de lîsteyekî ji 58 kesan heye û heya niha tevî Serokê KESK'ê yê Giştî Lamî Ozgen, Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Sen'ê Îzzettîn Alpergîn, Rêveberê Tum Bel-Sen'ê Yilmaz Yildirimci, Sekreterê Giştî yê SES'ê Siddik Akin, Sekretera Jinê ya Egîtîm Sen'ê Sakîne Eryilmaz hatin binçavkirin. Tê gotin hejmara kesên tên binçavkirin dê zêde bibe û di çarçoveya operasyonê de endamên KESK'ê yên li bajarên cuda hati binçavkirin dê bibin Enqere.
LI EDENEYÊ JÎ ENDAMÊ KESK'Ê KOSELE HATE BINÇAVKIRIN
Li Edeneyê jî di çarçoveya heman operasonê de polîsan bi ser lojmanên PTT'ê yên li taxa Yeşîlyurtê ya navçeya Seyhanê ya Edene yê de girtin. Hate zanîn ku polîsan bi ser mala Sekreterê Şaxa Haber Sen'ê ya girêdayî KESK'ê ya Edene Yusuf Kosele de girtin. Di serdegirtinê de li malê lêgerîn pêk hat û piştî re polîsan bi ser avahiya Haber-Sen'ê de jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Kosele piştî kontrola tendurîstiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
LI AMEDÊ AVÊTIN SER EGÎTÎM-SENÊ
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Amedê serê sibê di nav de Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê jî heyî bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasim Bîrtek, Endama Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Amedê Ayten Tekeş jî hene gelek kes hatin binçavkirin. Piştî polîsan bi ser malan de girtin saet di 07.30'an de di çarçoveya operasyonê de bi ser avahiya Egîtîm Sen'ê ya Amedê de girtin û lêgerînê dikin. Di lêgerîna li avahiya Egîtîm Sen'ê ya Amedê de Bîrtek jî wir e û Bîrtek ji çapemeniyê re got, "Ez niha di binçavan de me" Lêgerîna li avahiya Egîtîm Sen'ê berdewam dike. Hate zanîn ku operasyon berfireh e.