Li dijî qedexeya grevê buroya THY’ê hate dagirkirin

Li dijî qedexeya grevê buroya THY’ê hate dagirkirin

Endamên SDP’ê ji bo piştgiriyê bidin xebatkarên THY’yê û qedexekirina greva xebatkarên rêyên esmanî protesto bikin, buroya Rêyên Esmanî yên Tirk (THY) ya li Taksîmê dagirkirin.

Ji zêdetirî 10 endamên Partiya Sosyalîstên Demokrat (SDP) bi armanca piştgirî dayîna xebatkarên Rêyên Esmanî yên Tirk (THY) ku qedexeya grevê ya hikumeta Tirk aniye protesto dikin û xebat rawestandine, buroya THY’yê ya li ser Rêya Halasgargazî ya Taksîmê dagirkirin. Ji endamên SDP’ê 4 kes yên pankartên “mafê grevê nayê astengkirin”, “xebatkarê rêyên esmanî ne tenê ye” vekirin hatin binçavkirin, çalakiyên yên din jî di nava buroyê de didome. Polîs xwe amade dikin ku mudaxele bikin.