Li dijî penaberan pêkanînên dij mirovahî

Li dijî penaberan pêkanînên dij mirovahî

Di meha cotmehê de li Îtalyayê li nêzî grava Lampedusa keştiyek qulupî û 360 penaberî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê Yekitiya Ewropayê  li şÛna ku vê polîtîkaya xwe ya îltîcayê ya tund ku pêk tîne li ber çavan derbas bike û polîtîkayeke mirovane pêk bîne, ji bo ku veguhestina penaberan a Ewropayê asteng bikin serî li rêbazên leşkerî û dij mirovahî dide.

Welatên Ewropayê trajediya Lampedusa, ji bo ku Akdenîz zêdetir bibe leşkerî wek derfet dibîne û ket nava tevgerê. Ispanyayê  li bajarê peravê Melîla ku ligel di sînorên axa Fasê de ye, biryar daku bi têlên dirî û jiletê bên dorpêçkirin. Parlamentoya Ewropayê jî ji bo ku hatina penaberên Afrîkayî asteng bikin biryar ku wesayîtên hewayî yên bê mirov û uydu bên bikaranîn.

Çend roj berê Serwîsa Dîplomasiya Yekitiya Ewropayê (EEAS) piştî facîaya Lampedusa ‘Koma xebatê ya Akdenîzê’ ava kir û ji bo ku çûyîn penaberan a Ewropayê bê astengkirin pêşniyara girtina gelek tedbîran kir.

Yekitiya Ewropayê di esasa pêşnîyarên EEAS ya ku dê pêşniyarên serokdewlet û serokê hikûmetan bikin de, diyar dike ku divê parastina Yekitiya Ewropayê, bihêzbûna parastina sanayiyê bê bi hêzkirin.

LI LÎBYAYÊ KOMÊN PARAMÎLÎTER TÊN AVAKIRIN

Di vê navberê Ajansa parastina Sînor ya Yekitiya Ewropayê (Frontex) bernameyên  wekê Hermes ku penaberên ji Tunusê tên Îtalyayê asteng dike û Aennas  ku paneberên ji Misir û Tirkiyeyê tên asteng dike, nû kir û biryara bi hêzkirinê da.  Ligel vê Îtalyayê operasyona ‘Mare nostrum’ ku leşker jî têde peywirdarkirîbûn  da destpêkirin. Di meha borî de ajansa nûçeyan a ‘EU obsever’ diyar kiribû ku dê Mîsyona Sînor ya Yekitiya Ewropayê (EUBAM) dê li Lîbyayê li sînoran dê penaberan di bin perwerdehiyê de derbas bikin û da zanîn ku ew di esasê de dixwazin veguherînin hêzeke paramîlîter.

Ji bo ku îltîca negihêjin Ewropayê berê gelek tedbîr hatibû girtin û dema mirov van li ber çavan digirin tedbîrên piştî felaketa Lampedusa ketin rojevê, nîşan dide ku li Akdenîzê zêdetir leşker hatine bicihkirin.

Di 2012’an de di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de dîwar hatibûn lê kirin û Yewnansîtanê hejmara hêzên ewlehiyê yên li sînor peywirê dikin zêde kiribû. Ispanyayê jî li Başûrê Rojavayê Akdenîzê radar bicihkiribûn û wesayîtên hewayî yên bê mirov bikaranî bûn.

TIRKIYE BI 40-50 HEZAR POLÎSÎ DÊ ÎLTÎCAYAN ASTENG BIKE

Yekitiya Ewropayê ji bo ku hatina paneberan û mafê îltîcayê ji holê rabike, her tiştî fînanse dike.  Ev pêkanînên ku mafê mirovan binpê dike dê di rojê pêş de di navbera Tirkiye û YE’ê de bê îmzekirin. Tirkiye ji bo ku di vîzeyê de ji welatiyên xwe re hêsaniyê çêneke dê ji Ewropayê re nobedariyê bike. Wezîrê Yekitiya Ewropayê Egemen Bagiş di daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribû ku Tirkiye dê 40-50 hezar polîsî peywirdar bike û desturê nedin penaber ji Tirkiyê derkevin.

Pisporê alîkar yê li Navenda Lêkolînê ya Penaberan peywirê dike, martîn Lemberg-Pdersen da zanîn ku du sedemên girîng yê pêşniyarên ku EEAS’ê der barê ku Akdenîzê zêdetir bikin leşkerî heye.

Ewropayê dest bi faliyetên Eurosur ku di nava hevkariya tekelên çekan de hate amadekirin de kir. Di nava vê pergala ku welatên dê çavderiyê bikin û agahiyan bigihînin hev û kapasîteya şopandina sînor bihêz bikin de 18 welatên Ewropa cih digirin.

EUROSUR DÊ TESPÎT BIKE FRONTEX DÊ MUDAXALE BIKE

Parlamentoya Ewropayê  biryar da ku di navbera Eurosur û Frontex de hevkariyeke girîng pêk bîne. Penaberên ji Afrîkayê dê bigihêjin Ewropayê li ser behrê dê bê tespîtkirin û Eurosur dê rewşê tespît bike û ragihîne ji Frontex re. Polîs û leşkerê bikevin dewrê  dê pêşî li penaberan bigirin.

Ispanyayê  li bajarê Melîlla ya li bakurê Fasê biryara kişandina têlên bi dirî û jîlet girt. Vê rê li ber bertekan vekir. Ji ber ku dij mirovahiye hat rexnekirin û ev têlên bi vî rengî di 2007’an de hatibûn rakirin.

Midûrê kampan Melîlla Carlos Montero Dîaz  ji radyoya Swêdê re axivî û da zanîn ku ev têl berê pir hatine bikaranîn lê ji bo rawestandin penaberan tu fêde çênebûye.

Rêxistinên mafê mirovan bertekên tund nîşanê bê biryarê didin. Sekreterê Çapemeniya Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efuyê ya Navnetewî Elîsabeth Lofgren da zanîn ku helwesta wan eve ku mafê tu kesî neyê astengkirin û di heman demê de di nava ewlehiyê de koç bikin.

Rêxistinên mafê mirovan got ji bo ku jiyana penaberan navêjin xetereyê divê Yekitiya Ewropayê deriyên xwe vebike.

Di 20 salên dawî de 20 hezar penaber di behrê de xeniqîn.