Operasyona li hemberî sendîkavanên KESK'ê li Amed, Edene, Colemêrg, Enqere û Mêrsînê hat şermezarkirin. Li Amedê dê 2 rojan çalakiya nobetgirtinê bê lidar xistin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî jî operasyona li hemberî KESK'ê şermezar kir.
AMED
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo operasyona di bin navê KCK'ê ya li hemberî KESK'ê pêk hat de şermezar bike li ber avahiay Egîtîm Sena Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta li ser; "Em ê li hemberî serdegirtin û binçavkirinên faşîzan serî netewînin" nivîsandî hat vekirin de dirûşmeyên wekî; "Dê dewran biguhere AKP hisab bide gel", "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin" hatin berzkirin. Berdevkê KESK'ê yê demî Alîcan Çetînkaya daxuyanî da û got; "58 kedkarên me di çarçoveya operasyoê de hatine binçavkirin. Jixwe operasyonên di bin navê KCK'ê pêk tên de veguheriye nêçîrvaniya kurdan. AKP bi van pêkûtî û binçavkirinan dê nekaribe bi me paşve gav bide avêtin."
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê ji bo operasyona li dijî KESK'ê şermezar bike îro saet 18.00'an de li ber mêvanxaneya şaredariyê dê daxuyanî bide û piştî daxuyaniyê jî dê derbasî parka koşuyoluyê bibe û 2 rojan nobetê bigire.
MÊRSÎN
Gelen endamên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl û sendîkayan jî di nav de bi sedan kesên li ber avahiya Egîtîm Senê civiyan xwestin ber bi Taşbîniyê ve bimeşin. Lê polîsên ku avahiya Egîtîm Senê bi panzeran dorpêç kirin destûra meşê nedan. Li ser vê yekê li ber avahiya Egîtîm Senê daxuyanî hat dayîn. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê Îmam Ozdemîr li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew li hemberî van serdegirtin û binçavkirinan matmayî nemane. Ozmedîr wiha axivî: "Êrîşên li hemberî sendîkaya me KESK'ê encama tengezariya li hemberî têkoşîna me ya dijî pêkanînên dij-demokrasiyê ne. Pêkûtî û binçavkirinên li hemberî mûxalefeta demokratîk pêş dikeve me matmayî nahêlin. Em ê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin bila ev yek baş bê zanîn."
EDENE
Platforma Şaxên KESK'a Edene û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan bi heman armancê li parka Înonuyê daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê endamên Platformê li ber Şaxa Egîtîm Sena Edeneyê hatin ba hev pankarta li ser; "Bila Pêkîtû û lêpirsînên edlî û îdarî bidawî bibin. Emê bêdeng nemînin" nivîsandî vekirin û heta parka Înonuyê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên wekî; "Li hemberî faşîzmê em mil bidin hev", "Binçavkirin, girtin û pêkûtî nikarin me biçewisînin", "Em hemû KESK'î ne em hemû sûcdar in" û "Bijî têkoşîna me ya demokrasiyê" hatin berzkirin. Tevî endamên ESP, EMEP, Halkevlerî, ÎHD û BDP'ê bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Sînan Tunç li ser navê komê daxuyanî da û got; "Konfederasyona me KESK ev 20 sal in têkoşîna ked û demokrasiyê dide. Em dixwazin hevalên me bên berdan. Heke ji bo çareseriya pirsgirêka kurd daxwaza çareseriya aştiyane sûc be em hemû sûcdar in."
COLEMÊRG
Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Colemêrgê jî li ber avahiya platformê hatin cem hev û heta ber Şaredariya Colemêrgê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên wekî; "Berxwedan jiyane", "Em dê bi berxwedanê qezence bikin" û "Destên dirêjî KESK'ê dibin bişkên" hatin berzkirin. Piştî meşê li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Berdevkê Demî yê Platformê Şerîf Ateş diyar kir ku operasyona pêk hat hameleya AKP'ê ya bi sloganan "Rawestan tuneye di heman rê de berdewam" e. Ateş, anî ziman ku zext û zordarî KESK'ê têknabin û dê hêj bêtir bi hêz bibin û got: "Tu projeyên hikûmetê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tunene û kesên behsa çarseriya pirsgirêkê jî dikin digirin." Şaxa ÎHD'a Colemêrgê û gelek saziyên din KESK ziyaret kirin.
STENBOL
Endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Stenbolê jî dê operasyon û binçavkirin şermezar bikin. Endamên Şaxên KESK'ê saet di 18.30'an de ji Tunelê hate Qada Taksîmê dê meşekê li dar bixin û operasyonê şermezar bikin.
DÎSK'Ê OPERASYON ŞERMEZAR KIR
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî, têkilşdarî operasyona li dijî KESK'ê û sendîkayên girêdayî KESK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Ekîcî, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê piştî referanduma 12'ê îlon lezbûn da dewletbûnê û li hemberî hemû derdorên muxalîf êrîşan pêk tîne û wiha got: "Li hemberî hemû derdorên daxwaza maf, azadî, hiqûq û edaletê dikin operasyonên siyasî yên qirkirinê pêk tînin û her derê dixwazin kontrol bikin." Ekîcî, anî ziman ku di 13'yê çile û 13'yê sibatê de jî li hemberî KESK'ê operasyon pêk bînin. Ekîcî, da zanîn ku di vê operasyonê de Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî hate binçavkirin.
ENQERE
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), jî operasyona li dijî KESK'ê bi daxuyaniyekî nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona li dijî KESK'ê de 72 kedkar hatin binçavkirin û wiha hate gotin: "Hikûmeta AKP'ê her roj bi operasyoneke din dixwaze dîktatoriya xwe saxlem bike. Hikûmeta AKP'ê KESK'ê weke 'dijminê siyasî' dibîne. Li hemberî têkoşîna KESK'ê hemû rêgezên hiqûqê binpê dikin. Pêkutiyên dadgehên engîzisyonê ên serdema navîn berdewam dike. Rêxistinên kedê li hemberî van zextan bêden namînin."
Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul jî operasyon şermezar kir û diyar kir ku operasyona li dijî hevparên KESK'ê û KESK'ê êrîşa li dijî azadiya raman û rêxistinbûnê ye û wiha got: "Tu kes nikare ji vê êrîşê re kilifekî hiqûqî peyda nake."
EMEP: BILA KESK'Î SERBEST BÊN BERDAN
Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Kamîl Tekîn Surek jî têkildarî heman mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li aliyekî behsa dadgehên taybet bên rakirin tê kirin li aliyê din operasyonê bi berfirehî berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê demildest rêveberên KESK'ê serbest bên berdan.