Li dijî meşa ciwanan provakasyon û astengiya polîsan

Li dijî meşa ciwanan provakasyon û astengiya polîsan

Meşa ciwanên Kurd a ku di 1’ê Îlonê de ji bajarê Strasbourgê ber bi bajarê Mannheimê ve berdewam kir, li bajarê Karlsrhue li rastî provakasyona nijadperestên Tirk û astengiya polîsên Alman hatin.

Meşa bi beşdariya 150 ciwanên Kurd a bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî,” di 1’ê Îlonê de ji bajarê Strasbourgê ê Franseyê ber bi bajarê Manheimê ve hate destpêkirin, li gundek nêzî bajarê Karlsruhe yê Almanyayê li rastî provakasyonê hatin.

Komek nijadperestên Tirk ala Tirkan vekirin û hewl dan êrîşê ciwanên Kurd bikin. Nijadperestên Tirk bi dirûşima “Welat nayê parçekirin” û “Terorîstno” li rastî bersiva ciwanên Kurd hatin. Piştre polîsên Alman mudaxel kirin.

Polîsên Alman, du ciwanên Kurd girtin binçavan, ji ber wê jî ciwanan rê li trafîkê girtin. Piştî kontrolkirina nasnameyan, serbest hatin berdan. Lê polîsan gefa destwerdanê li ciwanên Kurd xwarin. Meşa ciwanên Kurd bi qasî du saetan hate rawestandin.

Meşa ciwanên Kurd dê heta 8’ê Îlonê Manheimê bi dawî bibe.