Li dijî lojmana leşkerî ya Bazîdê êrîş

Li dijî lojmana leşkerî ya Bazîdê êrîş



Şevê din demjimêr di 00.30 de gulle li lojmana leşkerî ya li navçeya Bazîda Agiriyê hat reşandin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, du kesên li ser motorsîkletan bûn, bi çekên lulle dirêj gulle li lojmana leşkerî ya nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya li ser rêya Agiriyê reşandin. Çavaniyên çapemeniya Tirk ragihand ku di êrîşê de tu wendahiyek çênebûye.

Hat ragihandin ku her du kesên li ser motorsîkletan ji cihê bûyerê dûr ketine û li navenda navçeyê ji aliyê tîmên taybet ve operasyon hat destpêkirin.