Li dijî encamên KPSS’ê îtirazek jî ji Mêrsînê

Li dijî encamên KPSS’ê îtirazek jî ji Mêrsînê

Hê jî şik û gumana derbarê Ezmûna Hilbijartina Personelên Gelemperî (KPSS) ku îsal nêzî 1 milyon kes li li tevahiya Tirkiyeyê beşdar bûbûn, didome. Mexdûrên KPSS’ê yên ku difikirin bi zanebûn pûanên wan kêm hatiye hesabkirin amadekariya serlêdaneke îtirazî dikin.

Nîqaşên derbarê Ezmûna Hilbijartina Personelê Gelemperî(KPSS) ku pirs û bersivên wê ji aliyê cemaeta Gulen ve li murîdên wan hatibûn belavkirin hê jî didome. Derbarê ezmûna ku di ser 100 hezarî re kesan îtiraz kirine de Aynûr Gergîn û Fûnda Gundoogan axivîn û anîn zimên ku bi zanebûn kaxedên wan ên bersivan ên optîkî hatine guhertin û pûanên wan kêm hatine hesibandin.

Aynûr Gergîn ku li Mêrsînê dijî, di KPSS’ê de li lenda 90 pûanî bû destnîşan dike ku jê re 74 pûan hatiye, jib o encama pûanan îtiraz kir. Gergîn a ku tîne zimên ku bi zanebûn pûanên wê kêm hatiye hesibîn wisa axivî:

“Piştî ku em ketin ezmûnê tenê bi çend saetan pirs û bersivên ezmûnê hatin dauyandin, piştî ku min bersivên xwe û wan dan ber hev min dît ku ji 120 pirsan tenê min 11 pirs şaş çêkirine. Li gorî pirsên ku min bersivandine min hesiband, dive min 90 pûan werbigirta lê dema 74 pûan hat mat mam.

. Min îtiraz kir. Min daxwaznameyeke îtirazê sand Saziya Ezmûnê ya Hilbijartina Xwendekaran (OSYS). Û ez ê doze lê vekim. Ezmûna min bi zanebûn şaş hatiye bi encamkirin. Ez difikirim ku jib o kesên nêzî fffikra hin derdoran encameke baş bi dest bixin encama ezmûna min û ya bi deh hezaran kesên mîna min şaş hatiye hesibandin. “

KAXEDÊN BERSIVAN ÊN OPTÎK HATIN GUHERANDIN

Maxdûreke din a KPSS’ê ya bi navê Fûnda Gundoan jî destnîşan dike ku bi daxuyandina encama KPSS’ê re ew mat mane û got wan encamên rastîn ên ezmûnê ji raya giştî re ranegihandine.

Gundogan tine zimên ku li gorî bersivên wan ew dizanin ku çend pûanan werdigrin lê tiştekî din heye di van encaman de û hê jî encamp bi şik û guman in. Gundogdû got, “ Ev ne encamên ku em li bendê ne û em wisa difikirin ku pûanên me bi zanebûn kêm hatine hesibandin.”