Bombeya deng avêtin avahiya BDP’ê ya li navçeya Îskenderûna Sûriyeyê. Di avahiyê de ziyanek madî çêbû.
Piştî teqîna li Dîlokê, hukûmeta AKP’ê BDP’ê kir hedef û êrîşên li ser avahiyên BDP’ê zêde bûn. Şevê din bombeya deng avêtin avahiya BDP’ê ya navçeya Îskenderûnê. Hate ragihandin ku kes an jî kesên li motorsîkletê siwar bibûn, bombeya deng avêtin avahiyê û bi dengek mezin teqiya. Ji ber teqînê camên dikarên li dardorê şkestin û polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.
Tevî êrîşa li Îskenderûnê, di nava 5 rojan de zêdetirê 10 caran êrîşên nijadperest li hemberî avahiyên BDP’ê pêk hatin.