Êrîşên nijadperestên Tirk ên li hemberî avahiyên BDP’ê didomin. Hate zanîn ku avahiya Rêxistina BDP'ê ya Ataşehîrê saet di 06.00'an de rastî êrîşê hat. Deriyê avahiyê yê derve û camên avahiyê hatin şkandin û afîş hatin çirandin.
Li hemberî BDP'ê êrîşeke din pêk hat. Li dijî avahiya BDP'ê ya Ataşehîrê saet di 06.00'an de êrîş pêk hat. Hate zanîn ku êrîş ji aliyê 2 kesan ve pêk hat û camên deriyên derve hatin şikandin, afîş hatin çirandin û logoya BDP'ê zirar dît. Piştî xebatkarên partiyê agahî dan polîsan, polîsa hatin li cihê bûyerê lêkolîn kirin.