Li Navçeya Dihê (Erûh) ya Sêrtê di xebatên çêkirina rê de hestî û kiloxê serê mirovek hate dîtin.
Li gorî agahiyên hatiye bidestxistin li Navçeya Dihê ya Sêrtê di xebatên çêkirina rê de hestî û kiloxê serê mirovek hate dîtin.
Hate diyarkirin ku cihê rê tê çêkirin berê gorristan bû, lê nayê zanîn ku hestî ji kîjan demê ve mane. Tê texmînkirin ku bi domandina xebata çêkirina rê, dê zêdetir hestî were dîtin.