Li Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê tecrîd protesto kirin
Li Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê parêzeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê parêzeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Bi hezaran parêzerên Buroya Stenbolê ji bo rêveberên xwe yên nû hilbijêrin, li Navenda Kongeya Halîc hatin ba hev.
Gelek kom û namzedên serbixwe ku di nava wan de Serokê niha Mehmet Dûrakoglû, namzetê Tevgera Bilindbûnê ya Koma Hiqûqnasên Hemdem Hasan Kiliç, namzetê Koma Mafên Parêzeran Gokhan Ahî, namzetê Koma Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz (ODAV) Sezîn Ûgûr, namzetê Koma Parêzerên Serbixwe Î. Şadî Çarsancakli, namzetê Koma Parêzerên Hemdem Ata Yazicioglu û namzetê Koma Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Îlke Işık jî hene, wê ji bo serokatiya baroyê bikevin pêşbirkê.
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ TECRÎD Û ÊRÎŞÊN LI SER KURÎ HATE DAYÎN
Beriya Desteya Giştî, li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser Kurdî, li eywanê pankart hatin daliqandin. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Binesaziya hiqûqî ya Metîn Feyzîoglû yê gotibû ‘Binesaziya zimanê kurd û pirzimanî nîne’ tune ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” daliqandin. Li aliyê din pankarta “Peymana Stenbolê dide jiyîn” jî hat daliqandin.