Li Danîmarka û Fransayê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

Li paytexta Danîmarka Kogenhag û bajarê Fransa Bordeaûxê, 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

KOPENHAG

Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şevê din li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li şanoya muzîkê ya Albertslûnd bi çoşekî mezin hate pîroz kirin.

Di şeva pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê Hevserokê Meclîsê Sadik Çîftçî axivî. Li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê jî axaftin hate kirin.

Sercan Aydîn jî li ser wate û giringiya rojê axivî. Aydîn qala destkeftiyên PKK’ê yên ji bo gelan kir, şehîd bibîranî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Li aliyê din di aktivîteya pîrozbahiyê de bal hate kişandin li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û banga xwedî derketina li destkeftiyan hate kirin.

Di şeva pîrozbahiyê de Hozan Aydin, Hozan Sosin, Serhat Çarnewa, Jamal Fethiyan bi stranên xwe coş da pîrozbahiyê.

BORDEAÛX

Li bajarê Fransa Bordeaûxê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di bernameya pîrozbahiyê de koroya zarokan, Cevad Mervanî, Denîz Deman, Hozan Agît û Rojhat Amed derketin ser dikê.

Endamê KNK’ê Amed Ûzûn axivî û wiha got; “PKK li ser sê lingan dimeşe, ev jî Ocalan, şehîd û ciwan, jin û dayikin.”

Ûzûn bal kişand li ser îxaneta Barzanî û wiha got; “Cûdahiya PKK’ê; ji kesê re minnet nake, pişta xwe nade tu kesî. Ji ber ku li pişta wî Rêbertî, şehÎd û gel heye.”