Li bajarê Creîl ya Fransayê civîna gel pêk hat. Di civînê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê di pêvajoyeke girîng de derbas dibe û banga bila kurdên Ewropayê zêdetir tevli têkoşînê bibin û xwedî li kampanyaya îmzeyan a ‘Ji bo Ocalan azadî’ bibin.
Ji aliyê Meclida gel a Creîl ve li avahiya Komeleya Çanda Kurd civînek pêk hat. Rojnameger Selahattîn Soro wekî axaftinke tevli civînê bû û 60 kes tevlî civînê bûn.
Civîna ku nirxandinên geşedanên dawî yên siyasî yên Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk tên, hatin kirin bi rêzgirtinê dest pê kir. sînevîzyona ku ji axaftina Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan pêk dihat hate nîşandan. Karayilan di axaftina xwe de diyar kir ku bila kurdên Ewropayê bi fedariyeke mezin tevi pêvajoya hamleya dîrokî ya ku li Kurdistanê hatiye destpêkirin bibin.
Rojnameger Selahattîn Soro geşedanên Kurdistanê nirxand û piştre balkişand ser kurdên Anatolya Navîn. Soro kurdên Anatolya Navîn divê ji bo birîna ewladên xwe yên ku di têkoşîna azadiya kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibin xelek.
Piştre polîtîkayên tasfiyeyê yên hikûmeta AKP’ê nirxand û wiha got: “AKP hewl dide van polîtîkayên xwe yên tasfiyekirnê bi hevkariya DYA’yê pêk bîne. Divê gelê kurd rêxitibûna xwe bilind bike û vê hewldana tasfiyeyê li pey xwe bihêle. Ji ber vê jî divê têkoşîna xwe bilindtir bike.”
Piştî axaftinan rêveberên komeleyê der barê xebatên xwe de agahî dan û banga tevlibûna kampanyaya îmzeyan a ’Ji bo Ocalan azadî’ kirin.