Li Colemêrgê ji ber protestokirina Naim Şahîn 17 binçavî

Li Colemêrgê ji ber protestokirina Naim Şahîn 17 binçavî

17 kesên ku li Colemêrgê di encama serdegirtina malan de hatine binçavkirin, hate ragihandin ku, ji ber ku di 18’ê Tebaxê de dema Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn hate Colemêrgê, protesto kirin hatine binçavkirin.

Walîtiya Colemêrgê di derbarê serdegirtina malan ya îro di demjimêrên sibehê de ji aliyê yekîneyên Miduriyeta Polîsan ya Colemêrgê ve li Taxên Yenî, Gazî, Daggo û Keklîkpinar operasyona binçavkirinê hatî pêkanîn daxuyaniyek nivîskî da.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de bêy ku nav bide ragihand ku, 17 kesên tê îdîakirin dema Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn di arîfeya cejnê de hatibû bajar tevlî bûyeran bûye hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “17 kesên ku di 18’ê Tebaxa 2012’an de di arîfeya cejnê de ketina nava gel, bi keviran êrîş kirine, pêşiya çalakiyê û piştî wê li tevahiya bajar tevlî çalakiyên molotofkokteylî, guleyên hewayî, êrîşên bikevir û li dijî hêzên ewlekariyê yên mudaxeleyî bûyerê kirine biçek û bombeyan êrîş kirine hatine tespît kirin û di encama operasyonên 31’ê Tebaxê 2012’an de hatine girtin û binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin, di dîrokên cûda de hatine tespîtkirin ku tevlî 14 çalakiyan bûne.”